--> ::هه‌رێمی هیچ ::

هه‌رێمی هیچ

Monday, August 08, 2005



\"KUL Û DERDÊ ME KURDA\"



Saqî tu ji bo Xudê kerem ke

Yek jurëyî mey di camê cem ke

Da cam bi mey cîhan numa bit

Her çî me îradeye xuya bit

Da keþif bêt li ber me ehwal

Kanê dibitin muyesser îqbal?

Îdbara me wa gîha kemalê

Aye boye qabilî zewalê?

Ya her wehe dê l\' îstiwa bit

Hetta wekû dewrî întîha bit?

Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb

Taliï bibitin ji bo me kewkeb?

Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xewa bi huþyar

Rabit ji me jî cîhanpenahek

Peyda bibitin me padiþahek

Þîrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

Deredê me bibînitin îlacê

Îlmê me bibînitin rewacê

Ger dê hebûya bo me serfirazek

Sahîbkeremek, sûxennewazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk

Nedima wehe bêrewac û meþkûk

Her çendî ku xalis û temîz in

Neqdeyin bi sikkeyî ëzîz in

Ger dê hebûya me padiþahek

Layiq bidiya Xudê ku lahek

Teëyîn bibûya bo wî textek

Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûye ji bo wî tacek

Elbete dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman

Tînane derê ji dest leîman

Xalib nedibû li ser me ev rûm

Nedibûne xirabeyê di dest bûm

Mehkûmê ëlîyye û seäalîk

Mexlûb û mutîëê tirk û tacîk!

Emma ji ezel Xudê wisa kir

Ev rûm û ëcem ji ser me rakir

Tebeïyyetê wan çi eger çi är e

Ew är e li xelqê namdar e

Namûse li hakim û emîran

Tawan çi ye þaïîr û feqîran?

Her çi bire þîrî destî hîmmet

Debit kir ji xwe ra bi mîrê dewlet

Lewra ku cîhan wekû ërûs e

Wê hukim di destê þîrê rûs e

Lê: ëqd û sîdaq û mehr û kabîn

Lutf û kerem û ëta û bexþîn

Pirsî ji dunê min ev bi hîkmet

Mehra te çî? Gote min ku hîmmet

Hasil: ku dunê bi þîr û îhsan

Tesxîr dibit ji boyî însan

Ez mame di hikmeta Xudê da

Kurmanc di dewleta dunê da

Aye bi çi wechî mane mehrûm

Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Wan girtî bi þîr þehrê þuhret

Tesxîr kirin bîladê hîmmet

Her mîrekî wan bi bezlê Hatim

Her mîrekî wan bi rezmê Rustem

Bi fikir ji Ereb heta Gurcan

Kurmancî bûye þubhê burcan

Ev rûm û Ecem bi wan hesar in

Kurmanc hemî li çar kenar in

Herdû terefan qebîlê Kurmanc

Bo tîrê qeza kirine amanc

Goya ku li ser hedan kilîd in

Her tayîfe seddek in: sedîd in

Ev qulzumê Rûm û behrê Tacîk

Hindî ku bikin xirûc û tehrîk

Kurmanc dibin bi xwûn mulettex

Wan jêk vedikin mîsalî berzex

Ciwamêrî û hîmmet û sexawet

Mêrênî û xîret û celadet

Ew xetme ji bo qebîlê Ekrad

Wan dane be þîr û hîmmetê dad

Hindî ji þecaëetê xeyûr in

Ew çend ji minnetê nefûr in

Ev xîret û ev üliwwê hîmmet

Bû maniïê hemlê barê minnnet

Lew pêkve hemîþe bê tîfaq in

Dayim bi temerrud û þîqaq in

Ger dê hebûwa me ittîhadek

Vêkra bikira me înqiyadek

Rûm û Ereb û Ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ïlm û hîkmet

Temyîz dibûn ji hev meqalet

Mumtaz dibûn xudan kemalet.



ئه‌حمه‌دی خانی



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * *